Kobanê.. %60 di destê kurdan de ye..Di demeke nêzîk de rizgar dibe
__2014_12_08_h19m43s44__RM.jpg)
Kobanê-KDP.info- Fermandarê hêzên Pêşmerge li Kobanê Emîd Şewket Mizûrî ragihand ku, niha %60 ji Kobanê di destê hêzên kurdî de ye û planeke baş heye ku di demeke nêzîk de, mizgîniya rizgarkirina Kobanê bi temamî bê ragihandin.
Emîd Şewket Mizûrî Fermandarê hêzên Pêşmerge li Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Balafirên şer ên hevpeymaniya nevdewletî bi giranî li DAIŞê dan û di encamê de hejmareke zêde ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û yek ji wan emîr bû.”
Mizûrî wiha got: “Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê moralê wan pir bilind e û bi temamî di rewşa amadebaşiyê de ne. Hevahengiyeke baş di navbera herdu aliyan de heye, bi hevre palanên hevbeş datînin û ti gavan bê hev navêjin.”
Fermandarê hêzên Pêşmerge li Kobanê wiha domand: “Niha %60 ji Kobanê di destê hêzên Kurdî de ye û planeke baş heye ku di demeke nêzîk de, mizgîniya rizgarkirina Kobanê bi temamî bê ragihandin.”
Li gorî agahiyên Mizûrî, moralê DAIŞê bi temamî têk çûye û nema karin berevaniyê bikin û niha direvin.




