Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li bokserê Kurd Egîd Kabayel dike

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser platforma civakî ya Xê peyameke pîrozbahiyê arasteyî bokserê Kurd Egîd Kabayel kir û got: "Hêviya serkeftin û pêşkeftina berdewam jê re dixwazim."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî , di peyama xwe de nivîsî: "Germtirîn pîrozbahiyê arasteyî qehremanê cîhanî yê boksê yê Kurd Egîd Kabayel dikim, bi boneya serkeftina wî ya dîrokî û berevanîkirina li kembera qehremaniya cîhanê ya kêşa giran (WBC). Hêviya serkeftin û pêşkeftina berdewam jê re dixwazim."
Boksorê Kurd Egîd Kabayel di gera duyemîn de li hemberî boksorê Albanî Nelson Hysa bi lêdana teknîkî ya yekalîker (TKO) serkeftineke girîng bi dest xist. Kabayel bi vê serkeftinê nasnavê qehremaniya cîhanî ya boksîngê parast.
Rikaberî di çarçoveya kêşa giran de birêve çû, ku tê de Kabayel karî nasnavê Encûmena Cîhanî ya Boksê (WBC) misoger bike.
Ev destkeft di karwana werzişî ya Kabayel de qonaxeke diyar e. Ji ber beşdarbûna bihêztirîn bokserên cîhanê di vê qehremaniyê de, di rikaberiyê de gelek astengî hebûn, lê Kabayel karî careke din serdestiya xwe biçespîne û nasnavê xwe yê cîhanî biparêze.




