Serokê Herêma Kurdistanê : Pêşketin û pêşeroja Kurdistanê bi bihêzkirin û beşdarbûna çalak a jinan ve girêdayî ye

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku bipêşketin, aştî û paşeroja Herêma Kurdistanê girêdayî bihêzkirin û beşdariya çalak a jinan e û got, “Divê jin di navendên biryardanê de cih bigirin.”
Naveroka Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Di Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna li dijî Tundûtûjiya dijî Jinan de, em pabendbûna xwe ya neguher ji bo parastina mafên jinan, çespandina azadî û wekheviyê û rûbirûbûna her cure tundûtûjî û cudakariyê li dijî keç û jinan dubare dikin.
Bi rêz ve em qurbaniyên tundûtûjiyê bi bîr tînin û tekez dikin ku piştrastkirina malbatên wan tenê bi serweriya yasayê, dadwerî û rêgirtina yekcarî ji dubarebûna van tawanan dibe.
Pêşketin, aştî û paşeroja Herêma Kurdistanê, girêdayî bihêzkirin û beşdariya çalak a jinan e di hemû warên jiyanê û navendên biryardanê de. Ji bo vê armancê jî em ê di hevahengiyê de bi saziyên fermî, civaka sivîl, mamosteyên olî, navendên perwerdeyê, medya û ciwanan re berdewam bin ji bo belavkirina çanda lêborînê, aştîxwaziyê û netundûtûjiyê.
Silav û rêz ji bo wan hemû jin û çalakvan û parêzvanên ku bi navê wekheviyê têdikoşin. Werin em hemû bi hev re bixebitin ji bo Kurdistaneke aramtir û dadperwertir ku dûr be ji her cure tundûtûjî, tirs û cudakariyê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25/11/2026
