Kesayetiyekî Kurdên Kazaxistanê ji bo KDP'ê: Em ê li ser rêbaza niştimanî ya Serok Barzanî xebata xwe berdewam bikin

Gurcistan-KDP.info-Kesayetiyekî diyar ê Kurdên Kazaxistanê di daxuyaniyeke taybet de ji bo malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) radigihîne, armanca wan a sereke nêzîkkirina bîr û bawerî û hizrên cuda yên di nav civaka Kurdî de ye û tekez jî dike ku li welatên Yekîtiya Sovyetê ya berê dê li ser rêbaza niştimanî ya Serok Barzanî xebata xwe berdewam bikin.
Li peravêza birêveçûna Konferansa Kurdên Qefqasyayê li bajarê Tbîlîsê, paytexta Gurcistanê, ku bi sernavê (Pirrengiya olî di nav civaka Kurdî de) hat sazkirin, Wezîrê Kinyazê Mîrzayov, kesayetiyê diyar ê Kurdên Kazaxistanê, di daxuyaniyeke taybet de ji bo malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê axivî û got: "Em her tim ligel tebayî û yekgirtina Kurdan in, ne tenê li welatekî, belku li tevahiya cîhanê. Cenabê Serok Barzanî her tim tekeziyê li ser bihêzkirina yekîtî û yekrêziya navmala Kurd dike, em jî bi girîngî û bayexekî mezin li peyamên Serok Barzanî dinêrin û wekî nexşerêyekê kar pê dikin, ji ber ku ew take rêya rast e ji bo gihîştina armancên bilind ên niştiman."
Wî kesayetiyê Kurdên Kazaxistanê got jî: "Di nav Kurdên welatên Yekîtiya Sovyetê ya berê de, em li ser wê rêbaza niştimanî xebatê dikin û berdewam dibin a ku Serok Barzanî ji me re daniye."
Wezîrê Kinyazê Mîrzayov di dawiya daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê jî da: "Armanca me ya sereke ew e ku em hemû bîr û bawerî û hizrên cuda yên di nav civaka Kurdî de nêzîkî hev bikin û em hemû bi hesteke bilind a niştimanî bifikirin û kar bikin."
Karwan Baedrî
