23/11/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêAzadî, Demokrasî, Edalet

Ji konferansa Qefqasyayê, Qehreman Osman ji bo KDP.info: Em hewl didin pirên neteweyî û niştimanî bihêztir bikin

Çavkanî: KDP.info

Gurcistan-KDP.info- Di perawêza birêveçûna konferansa Kurdên Qefqasyayê de li bajarê Tbîlîsê yê paytexta Gurcistanê, ku di bin navnîşana (Pirrengiya olî di nava civaka Kurdî de) de hat sazkirin, berpirsê ofîsa serperiştyarê giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî tekezî li ser yekrêziya Kurdistaniyên diyasporayê û xurtkirina bingehên pêkvejiyanê kir.

Qehreman Osman, berpirsê ofîsa Şîfa Barzanî, serperiştyarê giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, di daxuyaniyeke taybet de ji bo malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê got: "Li her cihekî cîhanê Kurd hebin, em dixwazin yekrêz û yekgirtî bin, ji bo vê mebestê jî em hewl didin pirên neteweyî û niştimanî bihêztir bikin, da ku her tim pêkhate û olên cuda di bin sîwana rêbaza niştimanî û Kurdistanî de bi aramî nerîtên xwe yên olî bi cih bînin."

Navbirî amaje bi wê yekê jî kir ku karnameya wan li ser raspardeyên Serok Barzanî hatiye dariştin bi armanca nêzîkkirina hemû bawerî û îdeolojiyên cuda li hev, û got: "Em dixwazin Kurdistaniyan yek armanca hevbeş hebe, ew jî niştiman e, û li her goşeyekî vê cîhanê bin, berjewendiya gel û niştiman bixin pêşiya her tiştî."

Karwan Baedrî