Kirdar, îrade û dahatû, karnameya Mesrûr Barzanî

D. Şîrîn Husnî
Di nav jîngeheka siyasî da ku hendek deng û helwêst hewl diden bi nirxê bangeşe, dirustkirina guman û şêwandina rastiyan, mitmaneya giştî lawaz biken, pêdvî ye wê rastiyê ji bîr nekeyn ku mêjû bi diruşm û helmetan nahête nivîsîn, belku bi kirdar, qurbanî, îrade û destkeftan dihête pîvanekirin. Di nav her nakokiyeka siyasî da, ewa dimînît kirdar û encam e, ne qebareya deng û bangeşeyan.
Partî Dîmokratî Kurdistan, wek êk ji stûnên serekî yên xebat, damezrandin û parastina qewareya Herêma Kurdistanê, mêjûyeka pir ji qurbanî û xebatê heye. Ew mêjû şanazî ye, berpirsyariyetiyeka mezin e bo berdewamiyê, xonwîkirin û pêşkeftinê. Parastina wan destkeftan pêdvî bi heman wireya xebatê, lê bi şêwazên nû û bersivdana pêdawîstiyên nifşê nû diket. Eve jî bi karkirin, nîşandana rastiyan û danpêdan bi kêşe û kemukuriyan û çareserkirina wan dihête encamdan.
Di vî çwarçûvî da, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li jêr serokayetiya cenabê Kak Mesrûr Barzanî, berpirsyariyetiyeka giring li esto girtiye. Li salên destelatdariya hikûmetêda, çendîn bwar bo çaksazî û gorankariyên damezraweyî û xizmetguzarî cihê giringîdanê bûyne, bi taybetî di dîcîtalkirina xizmetguzariyan, perepêdana abûriyê, weberhênan, wize û jêrxanêda. Ev bware beşekin ji hewldaneka mezintir bo gorîna şêwazê hikûmetdariyê û veguhastin berev damezraweyeka karatir, şefaftir û welamdertir bo pêdawîstiyên hawlatiyan.
Giringiya karnameya Mesrûr Barzanî jî di vêreda diyar dibît ku pêşxistin bi danana projeyan nahête pîvanekirin, belku bi tiwanaya berdewamkirina wan, temamkirina projeyên destpêkirî û gorîna biryaran bi encamên berçav dihête helsengandin, ji nimûneyên destkeftên kabîna nehê sererayî fişarên siyasî û abûrî:
Di bwarê şefafiyet û çaksaziya kargêriyêda, êk ji nimûneyên hatîne nîşandan, peywendî bi rêkxistina dosyeya mûçeyên fermanberan û labirina mûçeyên nayasayî heye. Labirina nêzîkî (4600) mûçeyên nayasayî û rêkxistina dosyeya mûçeyên fermanberan hatiye kirin. Ev nimûneye, piştirastkirina amar û derencamên wê, giringiya çavdêrî, şefafiyet û parastina samanê giştî nîşan didet. Çunkî çaksaziya rasteqîne ewe ku mafê fermanberê karker biparêzît û li heman demda rêkxistina darayî û kargêriyê bihêz biket.
Di bwarê av û parastina samana siruştî da, ombarkirina zêdetir ji (250) milyon metrên sêca avê hatiye kirin. Ev pêngave, di çwarçûvê parastina samanê avê û birêvebirina serçaweyên siruştî da, babetekê stratîjî ye, bi taybetî demê Kurdistan rûberûyî gorankariyên keşuhewa, kêmbûna baranê û pêdawîstiyên zêdetir bo avê dibît. Parastina avê ne bitinê bo evro ye belku weberhênan e bo mafê nifşên dahatî.
Di bwarê kertê weberhênanê da: kertê geştyarî û akincîbûnê bi kujmê pitir ji 16 milyar dolaran pêşeng e.
Dîcîtalkirina sîstemê darayî, zêdetirî milyon welatî û fermanber bûne xudanê Hejmarî Min.
Bo kêmkirina rûdanan, kêşana zêdetirî 2700 kîlometrên hêlên caddeyan û danana 21 hezar hêmayên hatin û çûnê.
Di bwarê rêge û piran da, pitir ji çwar tirliyon dînar bo vekirin û qîrkirina bi hezaran kîlometrên rêk û piran li seranserî Herêma Kurdistanê.
Piştevaniya berhemê navxo, avakirina çwar sayloyên nwî û danana 30 hezar xaniyên plastîkî bo piştevaniya berhemê navxoyî.
Di bwarê çandinê da, weberhênana çandinê li Kurdistanê ji 1.8% gehiştiye 12%.
Ev çend nimûnek bûn, herçend di bwarên cuda da bûn, belê ji rûy amancê ve xaleka hevbeş digehînin, ew jî giringîdana çaksaziya damezraweyî, birêvebirina samanê giştî û dirustkirina binemayekê berdewam bo dahatûyê ye. Boye, helsengandina karnameya hikûmetê pêdvî ye bi herdû rehendên proje û encaman ve bêt.
Bêguman, her projeyek pêdvî bi temamkirinê û her biryarek pêdvî bi çavdêrî û helsengandinê heye. Lê pêwîste cudahiyê di navbera rexneya binyatner û helmetên siyasî da bizanîn. Rexneya binyatner bi pêşniyar, belge û çareser dête pêş û amanca wê baştirkirina kar û xizmeta giştî ye. Lê şêwandina rastiyan û piştguhavêtina destkeftan, bêyî pêşkêşkirina bernameyekî cêgirewe, neşêt bibîte cêgirê giftûgoyeka siyasî ya berhemdar.
Le heman demda, karakirina Perlemanî Kurdistanê û berdewambûna çavdêriya damezraweyî, pêngaveka giring e bo bihêzkirina hikûmetdariyê û hawsengiya deselatan. Perlemanê çalak, hikûmeta welamder û damezraweyên bihêz, binemayên serekî yên mitmaneya giştî û parastina mafên hawlatiyan in. Eve digel pêwîstiya berdewamkirina çaksaziyan, dişêt jîngeheka baştir bo pêşkeftin û geşepêdanê dirust biket.
Hêza Partî Dîmokratî Kurdistan di mêjûya xebatê û tiwanaya xonûkirinê da ye, herwesa hêza hikûmetê di tiwanaya berdewamkirina projeyan, çareserkirina kêşeyan û dirustkirina mitmaneyeka berdewam di navbera hawlatî û damezraweyan da ye. Ev herdû rehende pêkve peyameka giring digehînin: parastina destkeftên rabirdûy pêdvî bi dîdgeheka nû, karê damezraweyî û îradeya berdewam diket.
Dahatûyê Herêma Kurdistanê bi qebareya helmet û diruşman nahête diyarkirin, belku bi qebareya kar, destkeft û tiwanaya damezraweyan bo welamdana pêdawîstiyên gel dihête pîvanekirin. Mesrûr Barzanî û hikûmet bi îradeya xo ya berdewam, dîdgeha nû û karê damezraweyî berev pêş diçin, li heman demda karakirina perlemanê û bihêzkirina mitmaneya hawlatiyan bibine beşekê serekî ya vî rêbazê. Çunkî dahatûyekê pir hîvî bi diruşmên berz nahête avakirin, belku bi kirdarên rast, biryarên berpirsyarane û encamên berçav dihête avakirin.




