17/11/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêAzadî, Demokrasî, Edalet

Gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li merasîma danîna kevirê bingehîn ê projeya geştyarî ya Movenpick

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Mijdara 2026an , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li merasîma danîna kevirê bingehîn ê projeya geştyarî ya Movenpick - Gomespanê li Hewlêrê gotarek pêşkêş kir.

Beşek ji gotinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan.

Birêz û amadebûyên hêja, hûn hemû bi xêr bên, spas ji bo amadebûna we.

Kêfxweş im ku îro em ligel we ne ji bo danîna kevirê bingehîn ê projeyeke geştyarî ya girîng li vir li Gomespanê.

Berî çend salan li vir ne av hebû, ne rê bi vî awayî bû û ne jî ev cure proje di hizra ti kesî de bûn. Şikir ji Xwedê re, piştî demekê me dît ku ji tunebûnê li vir golek hat çêkirin, bendavek hat avakirin, rêyeke bilez li derdora bendavê hatiye çêkirin ku dîsa bi rêyeke bilez û dusalî bi Hewlêrê ve hatiye girêdan. Ev yek dihêle ku xelkê Hewlêrê, xelkê vê deverê, xelkê Raperînê, Silêmaniyê û hemû Kurdistanê ji ciwanî û xwezaya xweşik a Kurdistanê çêjê werbigirin.

Ev armanca me bûye ku em ji destpêkê ve xizmeta xelkê Kurdistanê bikin. Armanca me ew bûye ku em tiştê di şiyana me de be bikin, da ku xelkê Kurdistanê jiyaneke bextewertir bijî û ji xwezaya Kurdistanê çêjê werbigire.

Ez spasiya Wezareta Şaredarî û Geştyariyê û herwiha Desteya Veberhênanê dikim ji bo piştgirî, alîkarî û hêsankariya wan a ji bo sektora taybet, da ku bikare van cure projeyan pêk bîne. Gelek caran pirsa wê yekê tê kirin ku ev cure proje bi çi budceyê tên avakirin? Bawer bikin hemû bi budce û erkê sektora taybet e. Hikûmet hêsankariyê dike, lê ev cure proje bi rêya sektora taybet tên cîbicîkirin, ku ev rêya rast e. Hikûmet hêsankariyê bike, palpiştî û piştgiriyê bike, û sektora taybet jî bawerî û mitmaneya wê bi hikûmeta xwe hebe ku bikare veberhênanê bike û van cure projeyan cîbicî bike, ew bi xwe sûdmend be û xelkê Kurdistanê jî tê de sûdmend bin; herwiha ev rêyeke din e ji bo rakêşana geştyaran ji derveyî welêt da ku bên vir, hem ji aliyê bazirganî û aboriyê ve alîkariya Kurdistanê bikin, hem jî ji aliyê siyasî û çandî ve têkelbûnek ligel welatên derve û ligel wan kesên ku serdana Kurdistanê dikin bê çêkirin.

Ev hemû ji wan cure projeyan in ku me ji destpêkê ve hewlên cidî ji bo wan dane û gelek ji wan jî hatine cîbicîkirin, û hêviya me ew e ku em bikarin berdewam bin da ku li gelek cihên din jî van cure projeyan cîbicî bikin. Li cihê ku alîkarî lê hatiye kirin, yan alîkariya rêveberiya xwecihî û piştgirî hebûye, ev cure proje bi lez pêş ketine, lê mixabin li hin cihan ew cure alîkarî nebûye. Hêviya me ew e ku em bikarin li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê projeyên hevşêwe yên wek vê cîbicî bikin; ji ber ku bi rastî her cihekî Kurdistanê xwedî ciwanî û taybetmendiyeke xwe ye û projeyên hevşêwe dikarin li hemû bajarên Kurdistanê bên avakirin.

Spasiya kompanyaya "Alcove"ê dikim ji bo cîbicîkirina vê projeyê; herwiha spasiya kompanyaya "Movenpick"ê yan "Accor"ê jî dikim ku vê otêl, xwaringeh û rîzortê bi rê ve dibe, ji bo cîbicîkirina vê projeyê li vir ku dikeve xizmeta xelkê Kurdistanê. Ev dê bibe cihekî dilrevîn û gelekî gelek xweş, ku xelk dê bikare piştî temambûna wê înşallah çêjê jê werbigire, lê ev beşek e ji projeyê, ev ne hemû ye.

Me çendîn cihên din jî wek masterplan li ser Gomespanê amade kirine, da ku paşê kornîş û çendîn cihên din ên wek xwaringeh, kafeterya û tiştên wiha bên avakirin. Ango hikûmet hêsankariyê dike, rêyê amade dike, masterplanê amade dike; ya mayî li ser sektora taybet dimîne û li ser wan bazirgan û veberhêneran dimîne ku bikarin bên bi xwe projeyên xwe li van cure cihan û van cure projeyan cîbicî bikin.

Ez careke din destxweşiyê li hemû wan kesan dikim ku rola wan hebûye û karîne vê projeyê bi ser bixin; înşallah di demeke nêzîk de jî em bikarin vegerin ji bo vekirina vê otêlê da ku bikeve xizmeta welatiyan.

Birêzan, hin mijarên din hebûn ku min hez dikir pêşkêşî we bikim, ew jî li ser rewş û barûdoxa niha ya ku li Herêma Kurdistanê heye. Dibe ku pirsên gelek kesan hebin, yan jî mixabin carinan tişt bi awayekî din tên şêwandin, yan hewla wê yekê tê dayîn ku peyam bi awayekî din bigihîjin xelkê.

Li ser peywendiya navbera me û hikûmeta federal, em berdewam in li ser wê yekê ku berevaniyê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê bikin; heta niha jî em mijûl in ji bo ku li ser mijara budceyê, li ser mijara hemû wan şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta federal di dariştina budceya sala bê de, û bi awayekî bingehîn jî, bigihîjin hin encaman ku di berjewendiya hemû xelkê Kurdistanê û hemû Iraqê de bin.

Li hemberî vê yekê, hewleke cidî heye li dijî wê yekê ku em bikarin şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê misoger bikin, yan jî li gorî destûrê bikarin mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê misoger bikin; û ji aliyê din ve berevajî vê, dixwazin xelkê jî bixapînin.

Li vir hin rastî hene ku ez hez dikim xelkê Kurdistanê jê agahdar be. Heman ew kesên ku li dijî helmeta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina Kurdistanê, ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê, ji bo asayîkirina pêwendiya di navbera Hikûmeta Hewlêrê û Hikûmeta Bexdayê de radiwestin, heman ew kes bûn ku berê hemû hewlên xwe dan da ku Herêma Kurdistanê nebe xwediya destûra xwe. Ew kes bûn ku di çendîn waran de hewlên cidî dan da ku Parlamentoya Kurdistanê ji nû ve çalak nebe, rêz li hilbijartinan nehat girtin, li Dadgeha Federalî gilî hat kirin ku çima Hikûmeta Herêmê pêk nehatiye û çima parlamento ji nû ve nehatiye çalakkirin?

Piştî ku hewlên cidî hatin dayîn ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê, ji bo parastina rewatiya qewareya Herêma Kurdistanê û parlamento ji nû ve hat çalakkirin, dîsa heman wan kesan giliyekî din kirin, çima parlamento ji nû ve hat çalakkirin? Berê digotin çima çalak nîne, niha dibêjin çima ji nû ve hatiye çalakkirin? Lewma divê xelk vê pirsê bike: Mebest çi ye? Gelo mebest ew e ku xizmeta xelkê Kurdistanê were kirin, yan jî mebest ew e ku xizmeta ecendayeke gumanbar were kirin ku qewareya Herêma Kurdistanê were xistin metirsiyê?

Em bi hemû hewlên xwe, bi hemû şiyana xwe li gel wê yekê ne ku qeware û rewatiya Herêma Kurdistanê parastî be, û şikir ji Xwedê re piştî ji nû ve çalakkirina parlamentoyê, rewatiya saziyên Herêma Kurdistanê niha parastî ye.

Baştirîn rê, rêya demokrasiyê ye, rêya aştiyê ye, ku tu bikarî ji aliyê siyasî ve hevrikiya hevdu bikî. Dema tu demokrasiyê pratîze dikî, wê demê alî heye wiha buxtanan dike û dibêje xwesepîner in. Gelo ew ê ku piraniya demokrasiyê li ba wî ye xwesepîner e, yan jî ew ê ku bi ecendayeke gumanbar, bi dengekî binketî bixwaze rê li pêşketina Kurdistanê bigire? Kîjan ji wan xwesepîner e? Demokrasî ne xwesepandin e. Demokrasî û rêzgirtina li dengê xelkê, rêzgirtina li dengê piraniya xelkê, xizmetkirin e ji bo qewareya Herêma Kurdistanê, xizmetkirin e ji bo gelê Kurdistanê.

Me bi kiryarî îspat kiriye ku me çiqasî kariye xizmeta xelkê Kurdistanê bikin, tevî ku her tim ji bo her projeyekê jî rêgirî hebûye, astengî hebûye, nehiştine ku projeyên me di dema xwe de wekî pêwîst bi hêsanî bi rê ve biçin. Projeya Ronakî bigire, Projeya Hejmara Min bigire, her yek ji wan projeyan, çêkirina rê û banan e, avakirina xizmeta dîjîtal e, gihandina xizmetguzariyan e bo bajar, bajarok, gund û gundewaran, di hemû wan projeyan de rêgirî hebûye, lê îradeya xelkê Kurdistanê, xweragiriya xelkê Kurdistanê û plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew bûye ku wan projeyan bi ser bixin û şikir ji Xwedê re bi ser jî ketin; lê dîsa hewlên cidî tên dayîn da ku wan projeyan tûşî şikestinê bikin, li hemberî çi? Ji hemûyan metirsîdartir ew e ku hewlek heye ji bo dabeşkirina qewareya Herêma Kurdistanê. Ez ji vir dikarim bi navê hemû xelkê Kurdistanê biaxivim ku Herêma Kurdistanê nayê dabeşkirin.

Ez gelek kêfxweş im ku dibînim xelkê dilsoz û niştimanperwer ê Silêmaniyê li dijî vê helmetê hatine deng, û daxwazê ji hemû xelkê Kurdistanê dikim ku piştgiriya xelkê Silêmaniyê bikin, piştgiriya wê helmetê bikin ku divê qewareya Herêma Kurdistanê parastî, yekgirtî û bihêz bimîne. Em bi hemû şiyana xwe li gel xwişk û birayên xwe radiwestin, parêzgariyê li mafên xelkê Kurdistanê dikin, li qewareya Herêma Kurdistanê dikin û nahêlin ti ecendayek careke din Kurdistana me dabeş bike.

Birêzan, ez dizanim hêj girift hene. Ez dizanim xelk behs dike, çima mûçe dereng dikeve yan nîne? Neft nîne yan kêm e yan bihayê wê zêde ye? Birêzan, li ser vê mijarê jî piştrast bin, hewleke zêde hebûye tenê di maweyê van salên borî de, ku mûçe vegere destê Hikûmeta Federalî, ku sektora enerjiyê bikeve destê Hikûmeta Federalî, dabeşkirina neftê di destê Hikûmeta Herêmê de nemîne. Ti yek ji wan tiştan di destê Hikûmeta Herêmê de nemîne û soz didan xelkê, eger Hikûmeta Herêmê ne berpirs be ji dabeşkirina mûçe û dabeşkirina neftê, wê demê her tişt dê asayî bibe.

Niha pirs li hemberî wan kesan ev e: Gelo dema we hemû hewl da, û we li hemû deriyan da, da ku mûçe, neft û enerjiya xelkê Kurdistanê bikeve destê xelkê din, niha ku nîne hûn gazinan ji kê dikin? Ev destkefta we bi xwe ye, we bi xwe ev yek daxwaz kiribû. Niha eger mûçe dereng dikeve, eger bihayê neftê bilind e, yan eger kêşeyek ji bo xelkê Kurdistanê tê pêş û wekî pêwîst xizmetguzarî nayên kirin, kî berpirs e? Bila wêrekiya wan hebe werin li hemberî xelkê Kurdistanê careke din bibêjin, bibêjin me ew şaşî kir, daxwaza lêborînê ji xelkê Kurdistanê bikin.

Em ê berdewam bin di berevanîkirina li mafên xelkê Kurdistanê de. Em ê berdewam bin di dabînkirin û misogerkirina mûçeyê xelkê Kurdistanê de, lê ev têrê nake. Em tenê bi wê yekê razî nînin ku mûçe were dayîn. Em dixwazin welatê me pêş bikeve, welatê me bihêz be, Kurdistan yekgirtî be, Kurdistan bibe derwazeyek ji bo pêşxistina hemû Iraqê û hemû Rojhilata Navîn jî.

Ew projeyên me yên mîna vê ya ku em îro dikin, rêxweşker in ji bo ku Kurdistan bibe ew cihê ku hemû xelk çavê wan lê be, ne ku çavnebariyê pê bikin. Divê çav li Kurdistanê bikin da ku hemû welatê me bi awayekî wekhev ber bi pêş ve biçe û were avedankirin.

Careke din spasiya we hemûyan dikim, spasiya amadebûna we dikim, spasiya wan kompanyayan dikim ku van projeyan cîbicî dikin. Her serkeftî bin, Kurdistan jî her bihêz, yekgirtî û avedan bimîne.