21/11/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêAzadî, Demokrasî, Edalet

Serokê Herêma Kurdistanê Pêşwaziyê li Serokê Desteya Heşda Şe'bî Kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Êvara îro şemiyê 21.11.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi birêz Falih El Feyaz, Serokê Desteya Heşda Şe'bî re, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên herêmê gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de ku birêz Dr. Fuad Huseyîn Wezîrê Derve yê Iraqê amade bû, peywendiyên Hewlêr - Bexda mijareke din a hevdîtinê bû. Tê de her du aliyan tekez li ser girîngiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya hevbeş û pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê kirin.

Girîngiya hevkariya di navbera hemû aliyên Iraqî bo parastina aramî û ewlehiya welat, mijareke din a hevdîtinê bû.