Serokê Herêma Kurdistanê bi şandeke Almanî re civiya

Hewlêr-KDP.info: îro Sêşemê 17/11/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li xatûna Reem Radovan, Wezîra Federal a Hevkariya Aborî û Geşepêdanê ya Almanyayê û şandeya pê re kir, ku ji hejmarek endamên Parlamentoya Almanyayê û berpirsên wezaretê û birêz karbirêkerê Balyozxaneya Almanyayê li Bexdayê pêk hatibû.
Di civînê de, têkiliyên Almanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêşxistina hevkariya hevbeş di warên geşepêdan, aborî, veberhênan û berdewamiya piştgiriyên Almanyayê ji bo Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî rûmet û spasiyên Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriyên berdewam ên Almanyayê di warên cuda de dubare kir û tekez li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo berfirehkirina têkilî û hevkariyan bi Almanyayê re kir.
Ji aliyê xwe ve, xatûna Radovan kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê anî ziman û pabendbûna welatê xwe bi berdewamiya piştgirî û hevkariyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re di warên aborî, geşepêdan û aramiyê de dubare kir.
Rewşa Êzdiyan, dawîn pêşhatên herêmê û çend pirsên din ên girîng û hevbeş, mijareke din a civînê bû ku birêz Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê, amade bû.
