Serok Barzanî Pêşwaziyê li Serokê Desteya Heşda Şe'bî Kir

Hewlêr-KDP.info: Roja şemiyê 21ê Mijdara 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Falih Feyaz Serokê Desteya Heşda Şe'bî kir.
Di hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraq û herêmê hate kirin. Herwiha ronahî xistin ser peywendiyên navbera Hikûmeta Iraqî ya Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her du aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku pirsgirêk û astengiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqî ya Federal di çarçoveya destûrê de çareser dibin û pêwîst e destûr pêver û bingeha sereke be bo derbaskirin û ji holê rakirina nakokiyên di navbera her du aliyan de.
