17/11/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêAzadî, Demokrasî, Edalet

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Balyozê nû yê Fransayê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşem 17/11/2026 li Hewlêrê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de ligel birêz Aleksander Garcia, Balyozê nû yê Fransayê li Iraqê, pîrozbahiya destbikarbûna wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest, herwiha hemû piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî nîşan da.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku gelê Kurdistanê tu carî helwest û dostaniya dilsoz a Fransayê ji bîr nake, bi taybetî di demên dijwar de. Di vê derbarê de wî pesna rol û hewldanên birêz Emmanuel Macron, Serokê Fransayê, di pêşxistina têkiliyên Fransayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê de da.

Ji aliyê xwe ve, birêz Balyozê Fransayê kêfxweşiya xwe ya bi destbikarbûnê û daxwaza welatê xwe ya ji bo xurtkirina têkilî û hevkariyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê anî ziman, herwiha tekez kir ku aramiya Herêma Kurdistanê ji bo Fransa û welatên Yekîtiya Ewropayê girîngiyeke mezin heye.

Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û dawî pêşhatên herêmê mijareke din a hevdîtinê bû, ku birêz Emmanuel Mignot, Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê, amade bû.