Daxuyaniya hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info: Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di daxuyaniyeke hevbeş de derbarê pêşhat û rêkarên dawî yên Iraqê û daxuyaniya berdevkê hêzên çekdar de tekez dikin ku divê destûr hekemê navbera Herêm û Bexdayê be û dibêjin, Herêma Kurdistanê berhema xwîn û xebata dûr û dirêj a gelê Kurdistanê ye û binpêkirina maf û destkeftan xetên sor in.
Deqa daxuyaniya hevbeş:
Daxuyaniya ku ji aliyê berdevkê hêzên çekdar ên Iraqê ve hatiye dayîn û ew pêşhat û rêkarên ku di van çend rojan de li Iraqê li holê ne, ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê neçaverêkirî û cihê matmayîneke mezin in.
Hemû alî baş dizanin ku Herêma Kurdistanê ji wan mafên ku di destûra Iraqê de hatine zêdetir daxwaz nekiriye û di dirêjahiya salên borî de mafên wê yên destûrî hatine binpêkirin. Em tekez dikin ku divê hemû alî pabendî destûrê bin û eger kêşeyek jî di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hebe, divê destûr di navbera wan de hekem be. Ji bilî destûrê, her rêkar û biryareke din a li dijî Herêma Kurdistanê, li dijî destûrê ye. Herêma Kurdistanê berhema xwîn û xebata dûr û dirêj a gelê Kurdistanê ye û binpêkirina maf û destkeftan xetên sor in.
Em ligel diyalog, şefafiyet û lihevtêgihiştinê ne û biryara yekalî xizmeta ewlehî û aramiya Iraqê nake.
24ê Mijdara 2026an
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
