24/11/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêAzadî, Demokrasî, Edalet

Peyamek ji Serok Barzanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info:  Serok Barzanî ragihand ku li navendên biryarê yên Îraqê tevger û kempeyneke têkderane li dijî Herêma Kurdistanê heye, û tekez li ser wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî û biryarên yekalî pirsgirêkan çareser nakin; herwisa piştrast jî kir ku bi rêya qanûnî û destûrî dê ji bo rûbirûbûna gendelî û qaçaxçîtiyê hevkariya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bikin.

Naveroka Peyama Serok Barzanî: 

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Demek e di navendên biryara Iraqî de liv û tevger û helçûnek ne xwezayî li dijî Herêma Kurdistanê tê dîtin, ku xwe di hewldana binpêkirina bingehên federalîzmê û destûra Iraqê û paşguhkirina mafên gelê Kurdistanê û derxistina biryar û ramanên netendurist û serkêşane de dibîne.

Her kes baş dizane ku gelê Kurdistanê têkoşîneke dûr û dirêj ji bo mîsogerkirina mafên xwe kiriye û di wê rêyê de karesatên mezin bi ser de hatine, ji Enfal û kîmyabaranê bigire heta wêrankirina bi hezaran gundan û derxistina bi zorê û guhertina demografiya herêmên Kurdnişîn û bi dehan tawanên mezin ên din ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin. Lê gelê Kurdistanê îradeya xwe winda nekir û bi xwîn û qurbanîdana xwe li dijî her cure stemkariyê rawestiya.

Herêma Kurdistanê di sala 2003an de roleke sereke hebû di rûxandina rejîmê û bidawîkirina dîktatoriyê de û her wiha roleke bilind hebû di avakirina Iraqa nû û danîna destûrê de, destûrek ku di bin siya wê de hemû Iraqî bêhna xwe vedin û dawî li nexweşî û înkarkirinê bê. Ew rol jî bi biryara Parlamentoya Kurdistanê bû ku rê da hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê beşdarî rûxandina rejîmê û avakirina Iraqa nû bibin. Me hemûyan wisa dizanî ku di destûra Iraqê de erk û mafên hemû aliyan hatine cîgirkirin û rêvebirên Iraqê rêzê li destûr û îradeya gel digirin. Lê mixabin destûr nehat cîbicîkirin û roj bi roj dest bi dijberiya maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê û binpêkirina prensîbên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê hat kirin, ku ew prensîb di her serdemekê de mifteya rizgarkirina Iraqê ji krîzan û gihîştina pêşketin û bexteweriyê ne ji bo hemû Iraqiyan.

Di derbarê hikûmeta nû ya Iraqê de, me ji destpêkê ve piştgiriya xwe ji bo Serokwezîr Elî Zeydî di çareserkirina pirsgirêkan de ragihand û me piştgirî di rûbirûbûna gendeliyê de kir û bi kiryar me ew encamda. Niha jî ku kampanyayeke çewt û zalimane heye li dijî Herêmê û her roj tometên ne rewa li dijî Herêmê têne belavkirin. Em bawer dikin ku çareserkirina pirsgirêkan bi kampanyaya nerast û tometên bêbingeh û biryarên alîgir nayê kirin. Me çawa alîkariya Serokwezîrê Iraqê di ji holê rakirina gendeliyê de kir, wisa jî em ê alîkar bin di rêgirtina ji karên neyasayî û diyardeya qaçaxçîtiyê de, lê bi rêya yasayî û destûrî.

Pêwîst e em hemû dest bi bingehên destûrê ve bigirin û di wî welatê ku ji bo rizgarbûna ji dîktatoriyê û gihîştina azadiyê zehmetiyeke mezin kişandiye, pêwîst e aqil serwer be û tu kes xwe nespêre mîzac û agahiyên çewt û biryarên nerast û wêranker.

Em tekez dikin ku Herêma Kurdistana Iraqê di encama têkoşîn û qurbanîdana sed salî ya gelê Kurdistanê û bi xwîna bi sedan hezar şehîdan hatiye avakirin û xwedî mafê xwe yê rewa ye. Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî û sepandina îradeya tu kes û aliyekî.

 

Mesûd Barzanî

24ê Mijdara 2026an