24/11/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêAzadî, Demokrasî, Edalet

Daxuyaniyek ji Serokê Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê bi matmayîn û nîgeranî ve bersiva daxuyaniya Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê dide û radigehîne ku ew axaftina ligel Herêma Kurdistanê bi zimanekî leşkerî red dikin û divê pirsgirêk li ser bingeha destûrê û hevfêmkirinê bên çareserkirin.

Naveroka Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Bi matmayî û dilgiraniyeke kûr ve me daxuyaniya Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê bihîst, bi taybetî di demekê de ku danûstandin di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawistî berdewam in.

Em bi her awayî axaftina bi Herêma Kurdistanê bi zimanekî leşkerî red dikin. Ezmûnê îspat kiriye ku ev şêwaz tu pirsgirêkê çareser nake û di berjewendiya Iraqê û tu aliyekî de nîne.

Herêma Kurdistanê wekî hevbeşeke sereke di avakirina Iraqa nû û danîna destûra wê de, tevî piştgiriya parastina samanên niştimanî û cîbicîkirina yasayê, tekez dike ku peywendiyên Hewlêr - Bexda û çareserkirina pirsgirêkan, divê li ser bingeha destûrê, rêzgirtina ji qewareya destûrî û mafên Herêma Kurdistanê û pabendbûna bi bingehên hevbeşî û têgihiştinê be.

Di vê qonaxa hesas de, em tekez li ser girîngiya hevgirtin û yekrêziya Kurdistanî dikin û ji hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqê dixwazin ku bi aqil û berpirsyariya niştimanî tevbigerin. Hêz û aramiya Herêma Kurdistanê, hêz û aramiya Iraqê ye û rêzgirtina ji destûr û federaliyê, mîsogeriya paşeroja me ya hevbeş e.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24/11/2026