Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Îtalyayê li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşemê 25ê Mijdara 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Nîkolo Fontana, Balyozê Îtalyayê li Iraqê, kir.
Di hevdîtinê de ku birêz Tomaso Sansone, Konsolosê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê jî amade bû, ronahî xiste ser rewşa siyasî ya Iraqê bi giştî û nirxandinek ji bo pêşhatên nû yên di navbera Hikûmeta Iraqî ya Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî kirin. Girêdayî vê mijarê Serok Barzanî, tevî amajeya bi biryara leşkerî ya duhî ya Hikûmeta Iraqî ya Federal, tekez kir ku destûr cureyê desthilat û cureyê têkiliyên di navbera her du aliyan de diyar kiriye û Herêma Kurdistanê bi tu biryar û mijareke ku li derveyî Destûra Iraqê be re muamele nake. Serok Barzanî ew jî anî ziman ku hemû hewldan tên dayîn da ku pirsgirêk çareser bibin, lê belê tu kes û aliyek mafê wî nîne bi biryareke nedestûrî û bi zihniyeta înkarkirinê, îradeya xwe li ser gelê Kurdistanê ferz bike.
Her di wê hevdîtinê de Balyozê Îtalyayê li Iraqê ragihand ku welatê wî bi girîngî li rol û pêgeha Herêma Kurdistanê dinêre û piştgiriya Herêmeke Kurdistanê ya bihêz û yekgirtî dike. Hêvî jî xwest ku pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê de bi diyalog û têgihiştinê çareser bibin û bigihîjin encameke baş.




