Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Agit Kabayel dike

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya serkeftin û parastina nasnavê cîhanî yê boksê ji bo kêşa giran, peyameke pîrozbahiyê arasteyî bokserê Kurd Egîd Kabayêl dike û vê destkefta werzişî wekî cihê şanaziya gelê Kurdistanê wesf dike.
Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Bi germî pîrozbahiyê li boksorê Kurd Agit Kabayel dikim ji bo serkeftin û parastina nasnavê cîhanî yê boksê ya kêşa giran.
Ev destkefta werzişî ya mezin, cihê rûmet û şanaziya gelê Kurdistanê ye. Hêviya serkeftina berdewam û destkeftên zêdetir di karwana we ya werzişî de dixwazim.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
29/11/2026




