Civaka navneteweyî li gel herêmeke Kurdistanê ya bihêz û yekgirtî ye

Hoşyar Sîweylî
Piştgirî û hevkariya civaka navneteweyî ji bo Herêm û gelê Kurdistanê piştî raperîna sala 1991ê, faktora sereke ya man û pêşketina herêmê bûye. Eger biryara 688 a Encûmena Ewlehiyê û damezrandina herêma aram û navçeya dijefirînê ya sala 1991ê nebûya, dibe ku piraniya gelê Kurdistanê yê vê beşê Kurdistanê mîna Filistîniyan di kampên koçberiyê de hemû jiyana xwe derbas bikira.
Her piştgiriya navneteweyî bû ku bû sedema cudakirina pişka Herêma Kurdistanê di bernameya "Neft beramberî xwarinê" de li gorî biryara 986 a Neteweyên Yekbûyî di salên nodî yên sedsala borî de û karî rewşa aborî ya herêmê hinekî vejîne.
Her destpêşxeriya Madeleine Albrightê bû ku dawî li şerê xwekujiyê anî û bû alîkar ji bo yekxistina her du îdareyên Hewlêr û Silêmaniyê û pêkanîna hikûmeta yekgirtî di sala 2006ê de. Me hemûyan rola Hevpeymaniya Navneteweyî di alîkariya hêza Pêşmergeyê Kurdistanê de ji bo têkşikandina terorîstên DAIŞê dît; niha û di paşerojê de jî pêdiviya Herêma Kurdistanê bi wê hevkarî û piştgiriya navneteweyî heye û bêyî hebûna wan astengên mezin tên pêşiya hebûna sîstema federalî û berdewamiya Herêma Kurdistanê.
Nakokî, natebayî û hewldana ji bo parçekirina herêmê û dubarekirina ezmûneke tal, ti hincet û bingehekê nahêle ji bo wan alî, navend û kesayetiyên navneteweyî yên ku di dem û qonaxên cuda de hevkar û hevdengên gelê Kurdistanê bûn.
Wan her tim yekgirtina aliyan û parastina yekqewareyiya herêmê wekî şertê berdewambûna peywendî û hevkariyên xwe danîne. Lojîka wan gelek zelal e; nakokî û belawelabûn gefê li aramiya siyasî, ewlehî û aboriya Herêma Kurdistanê dixwe, derfetê dide DAIŞ û hevfikrên wê ku plan û komployên xwe yên têkderane cîbicî bikin, keş û zemîna veberhênan û pêşxistina aborî nahêle û hincetê dide wan kesên ku li Bexda û derve li dijî herêmê ne ku hêdî hêdî pêge û desthilatên Herêma Kurdistanê lawaz bikin û wan ji holê rakin.
Roja Çarşemê 11ê Mijdarê, di konferansa salane ya "Destpêşxeriya Iraqê" de li Peymangeha Chatham Houseê li Londonê, di panelekê de derbarê Herêma Kurdistanê, Tom Barrack, şandiyê taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Sûriye û Iraqê, tekez kir ku yekrêzî û tebayiya siyasî ya di navbera aliyên Kurdî yên Herêma Kurdistanê de, tekane pêşîniya Washingtonê ye di danûstandina li gel aliyên Herêma Kurdistanê de.
Di demekê de ku Yekîtiya Ewropayê pêşwaziyê li çalakirina Parlamentoya Kurdistanê dike, daxwaza yekîtî û tebayiya di navbera Partî û Yekîtiyê de dike û parastina qewareya herêmê wekî şertê berdewamiya peywendiyan datîne.
Peter Galbraith, balyozê berê yê Amerîkayê li Kroatyayê, ku zêdetirî çar dehsalan e peywendiyeke nêzîk li gel Kurdan heye, ji kovara "Foreign Policy"yê re ragihandiye: "Dubare avakirina duîdareyiyê, mîna ya ku di salên nodî de hebû, hemû wan destkeftên ku ji aliyê Kurdan ve heta îro hatine bidestxistin, ji nav dibe."
Galbraith her wiha got, ez ji nakokiyên tund ên hizbî têdigihîjim, li Amerîkayê jî hene, lê cihê daxê ye dema ku siyasetmedar rê didin ev nakokî bibin gef li ser mana Kurdistanê bi xwe.
Nivîskar û rojnamevan Wladimir van Wilgenburg di gotareke xwe de ji bo "Foreign Policy"yê dinivîse: "Eger dabeşbûn kûrtir bibe, dibe ku ziyanê bigihîne wê qewareya serbixwe (otonom) a Herêma Kurdistana Iraqê ku bi zehmetî hatiye bidestxistin, gefê li piştgiriyên navneteweyî bixwe û pirsgirêkên nû ji bo welatiyan di jiyana wan a rojane de çêbike."
Li Hewlêrê nûneratiyên zêdetirî 35 dewlet û rêxistinên navneteweyî hene, hemû bi hev re tika û rica ji aliyan dikin ku di pêxema berjewendiya giştî de li hev bên, hikûmeteke bihêz pêk bînin û hewlên parçekirina Kurdistanê bikin tabûyeke siyasî û di qamûsa siyasî ya aliyan de neyê hiştin.
Li ser asta navxweyî jî beşeke herî zêde ya serkirdeyên siyasî û hemû xelkê Kurdistanê duîdareyiyê wekî xwekujiya siyasî dibînin, her wekî Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di gotareke xwe de got: "Duîdareyî dibe sifir îdareyî." Zanayê navdar ê Kurdistanê Profîsor Firya Fazil Omer, derbarê hewlên hin kes û aliyan li Silêmaniyê ji bo cudakirina Silêmanî û Helebceyê got: "Dabiran agirek e laşê Kurdan dişewitîne." Her kesê ku zereyek xema niştiman û neteweyê di mejiyê wî de be, li dijî her hizirkirin û gavekê ye ku gefê li yekgirtûyî, Kurdistaniyan û xaka wê bixwe.
Diviyabû ew helmeta ku hin alî serpereştiya wê dikin ji bo parçekirina Herêma Kurdistanê, ji bo vegerandina navçeyên derveyî Herêma Kurdistanê bo nav hembêza Herêma Kurdistanê bihata kirin.




