Serokê hikûmetê li gel balyoz, konsulên giştî, şande û dîplomatên welatan û nûnerên ajansên Neteweyên Yekbûyî civiya

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrast kir ku bi hinceta rûbirûbûna gendeliyê, bizav ji bo binpêkirina mafên xelkê Kurdistanê û têkdana qewareya Herêma Kurdistanê tê kirin ku ev nayê qebûlkirin; tekez jî kir ku eger bi rastî merema biryarbidestên Bexdayê serweriya qanûnê ye, Îraq tijî gendelî, dizî û çekên bê destûr e, bila wan binbir bikin.
piştî nîvroya îro Pêncşem, 26ê Mijdara 2026ê , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya balyoz, konsulên giştî, şand û dîplomatên welatan û nûnerên ajansên Neteweyên Yekbûyî li Herêma Kurdistanê kir.
Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye û tê de hatiye ku di wê civînê de, Serokwezîr bal kişand ser pêşhatên herî dawiyê yên peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku ji piştî sala 2003ê ve, sîstema siyasî ya Îraqê li ser bingeha federalîzmê hatiye avakirin û Herêma Kurdistanê li gorî destûrê qewareyeke destûrî û qanûnî ye, lê baweriya biryarbidestên Bexdayê bi federalîzmê nîne û dixwazin bi aqiliyeteke navendî serederiyê ligel Herêma Kurdistanê bikin û mafên xelkê Kurdistanê binpê bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştrast jî kir ku divê destûr wekî xwe bê bicihanîn, ne bi awayekî ku ya di berjewendiya wan de be bi cih bînin û madeyên din jî piştguh bixin, wekî madeya 140ê ku ev gelek sal in nehatiye bicihanîn û rewşa neasayî ya Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê nehatiye asayîkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir ku pirsgirêka gelê Kurdistanê ligel Hikûmeta Bexdayê tenê mûçe û bûdce nîne, belkî maf û doza rewa ya gelê Kurdistanê û îtîraf û rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê heriwsa got: “Em berdewam hevkar û alîkarên hikûmeta federal bûne, ji bo rûbirûbûna gendeliyê û karên neqanûnî û em amade ne jî ji bo hemî hevkariyekê di vî warî de û ji bo çareserkirina hemî pirsgirêkan li ser bingeha destûrê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir: “Em hêvîdar in ku li hemî Îraqê, ew karên neqanûnî yên ku hene bên binbirkirin, lê ew rêkar û biryarên ku di van demên dawiyê de bi navê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê li dijî mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê derketine ne destûrî ne û em red dikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê jî da ku em ligel binbirkirina gendeliyê û dizîna samanên xwezayî ne li hemî Îraqê û em hemî hevkariyan jî pêşkêş dikin; lê bi hinceta rûbirûbûna gendeliyê, bizav ji bo binpêkirina mafên xelkê Kurdistanê û têkdana qewareya Herêma Kurdistanê tê kirin ku ev nayê qebûlkirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwisa bal kişand ser wê yekê jî ku eger bi rastî merema biryarbidestên Bexdayê serweriya qanûnê ye, Îraq tijî gendelî, dizî û çekên bê destûr e, bila wan binbir bikin.
Serokwezîr tekez jî kir ku gelê Kurdistanê bi hemî hêza xwe ve berevaniyê ji mafên xwe yên destûrî dike û bi ti awayekî dest ji wan bernade, amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û danûstandinan piştrast kir.
