28/11/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêAzadî, Demokrasî, Edalet
Kurdistanî

PDK û YNK: Em bi hevbeşî berevaniyê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro Şemiyê (28ê Mijdara 2026an), Şandên bilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), li Silêmaniyê civiyan û piştî bidawîhatina civînê daxuyaniyeke hevbeş belav kir.
Di daxuyaniya hevbeş de hatiye diyarkirin ku civîn taybet bû bi rewşa nû ya Iraq û Herêma Kurdistanê, her wiha gotûbêjkirina yekxistina helwestan li hemberî pirsên rojevê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên li gel saziyên federal.
Her wiha amaje bi wê hat kirin ku her du aliyan tekezî li ser girîngiya bikaranîna diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan kiriye û di vê çarçoveyê de jî biryar daye ku bi yekhelwestî beşdarî civîna 1ê Berçileya 2026an a li Bexdayê bibin.
Di civînê de her du aliyan pêdagirî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan di çarçoveya Destûra Hemîşeyî ya Iraqê de kiriye û hevdem soz daye ku bi awayekî hevbeş berevaniyê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bikin.

Nûçeyên têkildar