Fraksiyona PDKê bang li perlemanteran dike ku amade bin ji bo temamkirina civîna yekem a perlemanê.

Hewlêr-KDP.info:: îro Sêşemê (03.11.2026), Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ligel fraksiyonên pêkhateyên Tirkmen û Mesîhiyan li avahiya Parlamentoya Kurdistanê amade bûn û bi daxuyaniyên çapemeniyê yên cuda banga destpêkirina rûniştinên parlamentoyê û derketina ji xitimbûna siyasî kirin.
Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Vala Ferîd, li avahiya parlamentoyê ragihand, li gorî madeyên 46, 47 û 48 ên Yasaya Hilbijartina Parlamentoyê û madeyên 11 û 14 ên Peyrewa Navxwe, her wiha li ser daxwaza fermî ya Serokê Temen (ji dîroka 01.12.2024), pêwîst e zengila rûniştina temamker a yekemîn a parlamentoyê were lêdan.
Vala Ferîd bal kişand ser rewşa du salên borî û got: “Piştî derbasbûna zêdetirî du salan di ser hilbijartina xula şeşemîn re, parlamento ne çalak e û nekarî erkên xwe yên yasayî bi cih bîne. Ev jî ji ber temamnekirina rêkarên rûniştina yekem e ku di 02.12.2024an de dest pê kiribû.”
Seroka Fraksiyona PDKê hişyarî da ku felckirina karê parlamentoyê li dijî prensîpên demokrasiyê û berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê ye. Herwiha bang li hemû parlamenteran kir ku roja Çarşemê saet 11:00ê pêşnîvro li hola parlamentoyê amade bin, da ku erkên xwe li hember vîna dengdêran pêk bînin.
