26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Balyoza Swêdê asayîkirina rewşa Şingalê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza Swêdê ya li Iraqê Jessica Svardstrom kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa navçeyê û rêxweşkirina ji bo vegera koçberan gotûbêj kirin.

Di civînê de, Mesrûr Barzanî û Jessica Svardstrom rewşa giştî ya Iraqê û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê de gotûbêj kirin.

Mijareke civînê taybet bû bi girîngiya encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di demeke guncaw a îsal de bû. Di vî warî de, Mesrûr Barzanî amadebûna hikûmetê bo hêsankarî û heVahengiya proseya hilbijartinan dubare kir.

Çaksaziyên Kabîneya Nehem, çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê, cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, asayîkirina rewşa navçeyê û rêxweşkirina bo vegera koçberan, mijarên din ên civînê bûn.


 

Nûçeyên têkildar