26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan

Mesrûr Barzanî: Kurdistan roj bi roj ber bi avadaniyeke zêdetir gavan davêje

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 26ê Cotmeha 2026ê , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema vekirina rêya dualî ya Şêxan - Baedrê de ragihand ku erkê hikûmetê ye ku bêyî cudahî xizmeta tevaya welatiyan bike. Tekez jî kir ku tevî astengiyan, Kurdistan roj bi roj ber bi zêdetir avadaniyê pêngavan diavêje.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di merasîma vekirina projeyeke girîng de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku erkê hikûmetê ye ku bêyî cudahî xizmeta tevaya welatiyan bike û tekez jî kir ku Kurdistan roj li pey rojê avadanştir dibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di destpêka gotara xwe de destxweşî li kompaniya bicihanînê ya wê projeyê kir û got: "Em îro bo vekirina vê projeya girîng li vê derê ne û em hîvîdar in ku hemî alî feydeyî jê werbigirin. Em ji ber bicihanînê spasiya kompaniya 'North Light'ê dikin, bi taybetî em destxweşiyê li wan dikin ku kariye berî dema xwe ya diyarikirî vê projeyê temam bikin û bixin xizmeta welatiyan."

Pabendbûna bi rênimayiyên hatin û çûnê

Mesrûr Barzanî daxwaz ji şêniyên wê deverê û şofêran kir ku bo parastina canê xwe pabendî qanûnan bin û got: "Em hîvîdar in welatî û şêniyên deverê feydeyî ji vê cadeyê werbigirin, herwesa pabendî rênimayiyên hatin û çûnê bin û selametiya xwe û xelkê dî li ber çav werbigirin, bi wê hîviyê ku xêrê ji vê projeyê bibînin."

Serokwezîr amaje bi bicihanîna çend projeyên din ên deverê da û ragihand: "Ez haydar im ku ligel vê projeyê, hin projeyên din jî bi rengekê paralel hatine bicihanîn û çend cadeyên din jî bo gundan hatine vekirin û ketine xizmeta welatî û şêniyên deverê."

"Kurdistan roj bi roj avadanştir dibe" 

Mesrûr Barzanî tekez jî kir ku erkê hikûmetê ye xizmeta hemîyan bike û got: "Ev erkê hikûmetê ye ku bêyî cudahî xizmeta tevaya welatiyan bike, lê cihê dilxweşiyê ye ku em dibînin Kurdistana me roj li pey rojê avadan dibe û projeyên din jî dixin xizmeta xelkê."

Di dawiya gotara xwe de jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya tevaya deste û endezyaran kir û got: "Ez destxweşiyê li we hemîyan dikim, hemî aliyan erk û zehmetiyên zêde kişandine, îşela Xudayê mezin xelata hemî aliyan dide û hemî kes mifadar dibin, herdem serkeftî bin û Kurdistana me roj bi roj avadanştir bibe."