26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û şanda Parlamentoya Almanyayê rewşa Kurdên Êzîdî li kampên penaberan û Şingalê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de bi şandeke parlamenterên partiya SPD ya bi serokatiya Niels Schmidt re civiya.

Di civînê de ku Cîgirê Serokê Parlementoya Almanyayê Aydin Ozoguz jî amade bû, her du alî li ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û diyaloga di navbera wan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan û herwiha rewşa Kurdên Êzîdî li kampên penaberan û Şingalê axivîn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna şanda parlamenterên partiya SPD bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re daxuyaniyek belav kir û got, “Her du alî li ser giringiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û yekrêzî û çareserkirina pirsgirêkên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de hemfikr bûn.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Nêçîrvan Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê gihîştande Parlamentoya Almanyayê ji bo naskirina komkujiya li dijî Êzidiyan weke jenosîd.”

Di hevdîtinê de rewşa Iraqê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî jî hatin gotûbêjkirin.

 

Nûçeyên têkildar