Wezîra Berevaniya Almanya: Bi pêşeroja karê hevbeş ligel Herêma Kurdistanê geşbîn im

Hewlêr-KDP.info- Wezîra Berevaniya Almanyayê Christine Lambrecht îro li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, wezîra almanî ragihandiye ku ji bo karê hevbeş ê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê geşbîn e.
Wezîra Berevaniya Almanyayê Christine Lambrecht êvara îro di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt Hewlêrê. Seroka Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Almanya û herwiha şandeke serbazî û dîplomatîk jî bi Christine Lambrecht re serdana Herêma Kurdistanê kirine.
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî êvara îro li ofîsa xwe pêşwazî li Wezîra Berevaniya Christine Lambrecht û şanda pê re kir.
Di civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî û wezîr Christine Lambrecht Wezîra Berevaniya Almanyayê hemfikir bûn ku “şerê li dijî DAIŞê hêj bi dawî nebûye û metirsî û gefên terorê li navçeyê, metirsî û gef in bo ser aramî û istiqrara Ewropa û rojava jî.
Di civînê de peywendiyên Almanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û warên hevbeşî û hevkariya navbera wan, pêşhatên herî dawî yên rûbirûbûna terorê û metirsiyên DAIŞê, pêdeçûna bi erkê hêzên Almanya li Iraqê û rewşa navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî bi boneya destbikarbûna wê wek wezîr û herwiha destbikarbûna hikûmeta nû ya Almanyayê û herwiha ji ber sala nû ya zayînî pîrozbahî li Christine Lambrecht û hêzên Almanyayê kir û serdana wê “di vê qonaxa hesas a Iraqê de giring bi nav kir.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha spasiya Almanyayê kir ji bo piştgirîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de û tekezî li wê yekê jî kir ku gefa DAIŞê bi dawî nebûye û nehîştina teorrê tenê di rêya leşkerî re nabe, lêbelê pêngava siyasî jî jê re pêwîst e.
Di civînê de herwiha Serokê Herêma Kurdistanê spasiya gel, hikûmet û parlamento û rol û hebûna Almanyayê li Iraqê û Herêma Kurdistanê kir bo piştgiriya siyasî, leşkerî, mirovî, hevkarî û geşedanê, bi taybetî alîkariyên mirovî bo leqwimî û qurbaniyên şer ên ji herdu pêkhateyên Êzdî û Krîstiyan.
Wezîra Berevaniya Almanyayê Christine Lambrecht jî di vê civînê de tekezî li ser berdewamiya piştgiriya welatê xwe bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, wezîr Christine Lambrecht “geşbîniya xwe bi paşeroja karê hevbeş li gel Iraqê û Herêma Kurdistanê derbirî û spas û pêzanînên Almanyayê bo rol û qurbaniyên Pêşmerge di rûbirûbûn û têkbirina DAIŞê de nîşan da.”
Di civînê de, herdu aliyan derbarê rewşa aware û penaberên li Herêma Kurdistanê, tevgerên DAIŞê li Sûriyê, rewşa Kampa Holê û çend mijarên din ên giring ji bo herdu aliyan, gotûbêj kirin.




