26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Balyozxaneya Amerîka li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeka balyozxaneya Amerîka li Iraqê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Duşema 1.11.2021 pêşwazî li şandeka balyozxaneya Amerîka li Iraqê bi serokatiya cîgirê balyoz, Gregory LoGerfo kir.

Di civînê de ku konsulê giştî yê Amerîka li Hewlêrê, Robert Palladino jî amade bû, behsa rewşa Iraqê piştî hilbijartinên giştî û pêşxistina pêwendiyên Amerîka û Kurdistanê hat kirin.

Di hevdîtinê de her wiha behsa çaksaziyên hikûmeta Kurdistanê û girîngiya berdewambûna piştevanî û alîkarîkirina Pêşmerge di şerê terorê de û teşwîqkirina şîrketên Amerîkî bo bicîhanîna pirojeyan li Kurdistanê hat kirin.


 

Nûçeyên têkildar