Nêçîrvan Barzanî: Serkeftina PDK serkeftina Kurdistanê ye..PDK partiya avadanî û parastina Kurdistanê ye

Silêmanî-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Ew dema bi ser çûye ku çi aliyek bixwaze bi êrîşkirina li ser PDKê dengan kom bike. Ew siyaset û teknîk betal bûye û êdî xelk bi gotinan nayê xapandin. Serkeftina PDK serkeftina Kurdistanê ye. Peyama PDK tebayî û yekrêzî ye.”
Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê di ahenga bangeşeya PDKê de ragihand, “Dilxweş im ku îro li paytexta rewşenbîtiyê, li bajarê Silêmaniyê yê xoşewîst im, bajarê hilmet û qurbaniyê. Silavên Serok Barzanî û Serkirdatiya PDKê digihînim we. Hûn xoşewîstên me ne û bi we serblind in.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Dema Silêmaniyê dibînim, gelekî dilxweş dibim, ji ber ku bi rastî jê hez dikim, bajarê dayik û bapîr û merivên min e. Bajarê wêje, Kurdayetî û rewşenbîriyê ye. Hûn Silêmanî ne, lê belê wî mafê bidin min jî ku nîvê min Silêmanî ye.”
Cîgirê Serokê PDKê gotinên xwe arasteyî aliyên siyasî kir û got: “Nabe hûn kesekî ku Kurdistanê reşbîn û bêhêvî bikin. Divê aramî û xweşiyê belav bikin. Daxwazê ji we dikim em rexneyên dilsozên vê navçeyê bikin sedema sererastkirina şaşîtiyan, ne hewl bidin li dijî PDKê bi kar bînin, ji ber ku xelkê Silêmaniyê ji aramî û xweşiyê hez dike. PDK ne bi hejmara deng û kursiyan li xelkê vê navçeyê dike, lê belê bi çavê dilsozî û xebatê lê dinêre.”
Herwiha got: “Ji vir ve û di germiya bangeşeya hilbijartinê de em daxwaza hevkarî û yekhelwestiyê ji hemû aliyan dikin û bi we re dibêjim, fermo bi pêş ve werin, dest û dilê PDKê ji bo Kurdistanê her dem vekirî ye. Çar rojên din divê em bi hev re biçin Bexdayê û erkê berevaniyê li mafên destûrê cibicî bikin.”
Nêçîrvan Barzanî got jî: “PDK bi ti awayekî xedir û xwesepandinê qebûl nake, lê belê bi nermî û ji bo Kurditanê, ji para xwe dide hevpeymanên xwe.”
Cîgirê Serokê PDKê diyar kir: “Ew dem bi ser çûye ku aliyek bixwaze bi êrîşkirina li ser PDKê li vê navçeyê dengan kom bike. Ew siyaset û teknîk betal bûye û êdî xelk bi gotinan nayê xapandin. Niha gelê Kurdistanê her tiştî dizane, dizane kî xizmetê dike û kî berevaniyê lê dike.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Peyama Serok Barzanî ji me hemûyan re ew e, nerm û aram bin. Dizanim û dibihîsim ku hin kes û alî her teknîkekê ji bo êrîşkirina li ser PDKê bi kar tînin, lê dîsa bi we re dibêjim, aram û li ser xwe bin û ji axaftina Serok Barzanî dernekevin.”
Di gotara xwe de Barzanî tekez kir ku beriya Raperînê jî, piştî Raperînê jî ti caran PDKê zilm û sepandin qebûl nekiriye, lê ji bo Kurdistanekî bihêz, amade ye ku ji pişka xwe bide hevpeymanên xwe.
Nêçîrvan Barzanî got jî, niha aliyên Iraqî di dema bangeşeyên xwe de êdî êrîşî Herêma Kurdistanê nakin da ku dengên zêdetir bidest bixin û wiha pê de çû: “Ji ber ku êdî xelkê Iraqê dizane ku lewaziya hikûmet û hîzban ti peywendiya xwe bi serkeftîbûna Herêma Kurdistanê ve nîne.”
Barzanî di gotara xwe de diyar kirku hinek alî êrîşî PDKê dikin, lê ev rêyekî rast nîne û got: “Êdî xelkê Kurdistanê ji wê yekê baş famkiriye ku ka PDK ji bo xelkê çawa bûye û rola wê di parastina Kurdistanê de çawa bûye. Mirov keviran davêje yên li bilindahiyê, ne ku yên ketine xwarê.”
Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî got jî, ew îro çûne Silêmaniyê da ku ji xelkê Silêmanî, Helebce, Raperîn û Germiyanê re bibêjin ku piştevaniya PDKê bikin, ji ber ku PDK partiya avadanî û parastina Kurdistanê ye.
Di beşeke din a gotara xwe de Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku PDKê Silêmaniyê ji bîr nekiriye û bi hev re serdikevin û got: “PDP di dema aştiyê de pêşve diçe û bihêz dibe, lewra bihêzbûna Partiyê tê wateya bihêzbûna Kurdistanê. Êdî divê serdema kînê û rikê bê derbaskirin, ji ber ku êdî xelkê navçeyê jî dizane ku ka çi çêdibe.”




