Teqînan îro Şam hejand

Îro pêncşeme, 3 teqînên mezin Şama paytext hejandin û di encamê de hejmarek kuştî û birîndar hene.
Li gor ajansan îro danê sibê li bajarê Şamê 3 teqînên mezin encam dan, gelek kuştî û birîndar hene, lê belê hîna hejmara kuştiyan nehatiye zanîn.
Her weha hatiye ragihandin ku teqîneke din jî kolêja polîs ya li taxa “Mesakên Berzê” ya li bajarê Şamê kiriye armanc.




