26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ofîsa sefaretxaneya Holendayê li Hewlêrê hat vekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Duhî li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Kerîm Şingalî wezîrê navxwe û nûnerê  serokwezîrê Kurdistanê, Sînan Çelebî wezîrê bazirganiyê yê hikûmeta Kurdistanê  û Hary Molin sefîrê Holendayê yê li İraqê, di merasimekê de ofîsa sefaretxaneya Holendayê bi awayekî fermî li Hewlêrê hat vekirin.

 

Di merasimê de, Beron Kîlder berpirsê ofîsa sefaretxaneya Holendayê li Hewlêrê, di peyvekê de vekirina  ofîsê bi pêngaveke giring wesif kir û got ku, di warê pêşxistina têkeliyên di warên cuda de di navbera Kurdistanê û Holendayê de, ev ofîs dê roleke mezin bilîze,

Her bi vê minasibetê sefîrê Holendayê yê İraqê di peyvekê de ofîsa sefaretxaneyê li Hewlêrê weke mala Holendayê li herêma Kurdistanê wesif kir û got:

- Ez gelek bi germî bi xêrhatina we hemûuyan dikim bo mala Holendayê li herêma Kurdistanê. Vekirina vê ofîsê di berjewendiya her aliyan de, Kurdistan û Holendayê de ye û pêngaveke ji bona zêdetir pêşxistin û berfirehkirina têkeliyan di hemû waran de.

Kerîm Şingalî nûnerê serokwezîrê Kurdistanê, bi wê minasibetê peyvek pêşkeş kir û got:

- Hikûmeta herêma Kurdistanê hemû deriyên xwe bo cîhana derve vekirine û em dixwaz in ku, tîkeliyên me digel hemû welatên Ewropayê, bi taybetî welatê Holendayê ku, hijmareke zêde ya dîyaspora kurdistanî li wir heye, têkeliyên saxlem bin. Em hêvîdar in ku, vekirina konsulxaneya Holendayê li Hewlêrê têkeliyên her du aliyan bêxe di qonaxeke nû de.

Di dawiya merasimê de filmek dekomentarî li ser jiyan lı welatê Holendayê û ew pêkeftinê li wî welatî di warên cihê de bidestve ahtine hat pexiş kirin

Nûçeyên têkildar