Nûrî Malikî dixweze efserên kevine Be'sîyên bajêrê Mûsilê vegerîne

Piştî Nûrî Malikî kombûneka din a encumena wezîrên Iraqê li bajêrê Mûsilê sazkir, tê de çend arîşe çêbû, herweha muhr hatin vekom kirin bo sînorekê li hember livia hêzên pêşmerge dabinin, ji bilî evê çendê jî Nûrî Malikî, biryara damezrandina efserên berê yên Be'sî ewên ji sedema qanûna ji binverakirina Be'sîyan hatibûn dûr xistin da.
Di evê derbarê de li gorî rojnama " ŞerqulEwsat", serkirdeyekî kurd weha gotîye, "Nûrî Malikî serokê wezîran û serokê hemû hêzên çekdarên Iraqê biryar daye, ku komîteyek bo vegerandina serkirde û efserên kevine Be'sîyên hêza Sedam nav rêza supa û hêzên navxwe dirist bike.
Herweha evî serkirdeyî dan nîşandan, ku vegerandina ewan efseran dê gelek metirsîyê bo pêşeroje Iraqê û Kurdistanê çê bike, ji ber ku bîrûbawerîya Be'sîyan sedema têkdana Iraqê û encamdana tawanan li dijî xelikê di maweya 35 salan di desthilatê de bû.
wek xuyaye ev efserên han yên bajêrê Mûsilê berê efserên Sedam bûn û bi awayekî riha çihbicihkarê biryarên Sedam bûn.




