Banga vekirina deriyên Efrîn û Kobanê hat kirin

Platforma Piştevaniya Kurdistana Rojava ji bo ku alîkariyeke baş bigihije Rojavayê Kurdistanê banga vekirina deriyên Efrîn û Kobaniyê kir.
Li gor ajansa PNA platforma Piştevaniya Kurdistana Rojava ku ji BDP, KCD, OSP, KADEP, Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê, Însiyatîfa Azadî û DDKD’ê pêk tê, li avahiya OSP’a Amedê daxuyaniyek da çapameniyê. Alîkarê Serokê Giştî yê OSP’ê Azîz Mahmut Ak, di daxuyaniyê de diyar kir pêdiviya kurdên Rojava bi alîkariyeke mezin heye û xwest Tirkiye bihêle deriyên Efrîn û Kobaniyê bên vekirin. Ak, destnîşan kir wan di 11-13’ê sibatê de li Hewlêrê jî bi Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê û Desteya Bilind a Rojava re hevdîtin pêk aniye û kurdên Rojava ev daxwaza xwe ji wan re ragihandiye. Ak, da zanîn wan dest bi komkirina alîkariyeke mezin kiriye û ew ê hewl bidin piştî deriyê Qamişloyê, di ser Efrîn û Kobaniyê de jî alîkarî bigihînin kurdên Rojava.
Azîz Mahmut Ak, xwest di alîkariyê de zêdetir pêdiviyên zarokan, zivistanê û yên bingehîn bên berhevkirin û ew dixwazin Tirkiye di hêla vekirina herdu deriyan de hesas û mirovîn be.
Berdevkê KCD’ê Seydî Firat jî xwest di alîkariyê de zêdetir mamayên zarokan, pêdiviyên zivistanê, derman, ar, xwarin û vexwarin bên berhevkirin û wiha got: “Balkêş e saziyên alîkariyê yên Tirkiyeyê û navneteweyî di bin çavdêriya Beşar Esed de li gelên Sûriyê alîkariyê belav dikin lê ev alîkarî hîç li gelê Rojava nayê belavkirin. Ev jî helwesteke wan a li dijî kurdan nîşan dide.”




