26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî li hejmarek ciwanên Kurdistanê yên afrîner guhdar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî guhdarîkirina li hejmarek ciwanên afrîner ên Herêma Kurdistanê ragihand, astengiyên li pêşiya projeyên ciwanan derdikevin dê li Encûmena Wezîran guftûgo li ser bêne kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya taybet a “Facebookê” girtevîdyoya pêşwazîkirina li hejmarek ciwanan belav kir û nivîsî: “Min vê hefteyê dema xwe ji bo guhdarîkirina li hin ciwanên afrîner ên Kurdistanê veqetand, ew bi bîrokeyên nû rûbirûyî pirsgirêkên li pêş wan radiwestin dibin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir, Hikûmetê girîngiyeke taybet ji bo pêşxistina sektora taybet daye, soz jî daye ku astengiyên li pêş projeyên ciwan derdikevin dê li Encûmena Wezîran guftûgo li ser bên kirin.

Di hevdîtina xwe de ya bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re, wan ciwanan behsa astengî û arîşeyên di dema karkirina wan li ser bîroke û dahênanên xwe dikin de li pêş wan derdikevin kirin kirin.

Ciwanên bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civîne, xweşhal bûn ku wan behsa astengî û arîşeyên li pêş wan derdikevin kirine û ji nêzîk ve guh li wan hatiye girtin û gotin ku, hesteke xweş e ku Serokwezîr guh bide astengiyên wan.

Nûçeyên têkildar