Birîtaniya biryar da ku gengeşê li ser jenosîda Kurd bike

Birîtaniya-KDP.info/ Parliyamenta Brîtaniya bi awayekî fermî razîbûna xwe li ser rûniştineka taybet bi gengeşekirin li ser jenosîda Kurd û pirsa nasandina komkujîya gelê Kurd li Iraqê, da nîşandan.
Berî niha rapirsiyek ji bo komkirina îmzeyên elîktronî bi rêve çû û 27 hezar û 500 hevwelatîyan beşdarî di evê rapirsiyê de kir û beşdarbûyan daxwaz ji parliyament û hikûmeta Brîtaniya kirin, ku jenosîda gelê Kurd bi fermî nas bike û bikujên gelê Kurd jî bide dadgehê.
Rûniştina parliyamenta Brîtaniya ji bo gengeşekirin li ser jenosîda Kurd 28î evê mehê li salona (hola) serekîya parliyamenta Brîtaniya bi rêve diçe û dê her ewê rojê pirsa jenosîda Kurd bikeve dengdanê de.




