DAIŞ li Kerkûkê xwe ji êrîşa re amade dike

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Eniya Kerkûk – Pirdê ya Hêzên Pêşmerge Nûrî Heme Elî dibêje, şaneyên veşartî yên DAIŞê hene û tevgera wan zêde bûye, ku li derfetekê digerin ku êrîşan bikin, lê Hêzên Pêşmerge di çeperê xwe de di amadebaşiyê de ne ji bo ku bersiva wan êrîşan bidin, herwiha ne tenê Pêşmerge, lê belê Hikûmeta Iraqê, lê belê hemû welat ha ji tevgera DAIŞê hene.
Nûrî Heme Elî ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek Pêşmerge hertim amade ne û çeperên me pir şidyayî ne û ti pirsgirêka me tune ye, ku DAIŞ nikare ti derbeyê li me bide, ji ber ku Pêşmerge berdewam di amadebaşiyê de ne.”
Elî wiha got: “DAIŞ berdewam hewl dide ku valahiyek çêbibe û êrîş bike û mifayê ji rewşê bibîne. Lê Wezareta Pêşmerge û welatên cîhanê ha ji wan hene, ku şaneyên wan ên veşartî hene û tevgera wan zêde bûye û niha li derfetekê digerin ji bo wê yekê.”




