Serok Barzanî û Faleh Feyaz: Em piştgiriyê li serokwezîrê Iraqê dikin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan piştgiriya xwe ji bo Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî nîşan dan.
Îro Yekşema 27.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Faleh Feyaz Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên ewlehî û siyasî yên dawî yên li ser asta Iraq û navçeyê nirxandin û herwiha behsa mana gefa terorê û bandorên wê yên li ser nearamî û asayîşa Iraq û navçeyê.
Di beşeke dinî vê civînê de behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kirin û tekez kirin li ser berdewamî û bihêztirkirina wan pêwendiyan û bi navê çareserkirina bingehîn a kêşeyên di navbera herdû aliyan kirin.
Her di vê civînê de di derbarê girjî û xwepêşandanên Bexda û parêzgehên Başûrê Iraqê de danustandina axivîn û herdû aliyan piştgiriya xwe nîşan dan ji bo Serokwezîrê Iraqê di cîhkirina reform û çaksaziyan û ji bo daxwazên rewa yên welatiyan û xwepêşanderan.




