26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Destûrê Iraqê bingeha çareserkirina hemû pirsgirêkan e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîkayê li Iraqê Matiyo Tuler kir û di wê Hevdîtinê de Mesrûr Barzanî got, destûrê Iraqê bingeha çareserkirina hemû pirsgirêkan e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civîna ligel Balyozê Amerîkayê li Iraqê Matiyo Tuler de pirsa peywendiyên Hewlêr- Bexda gotûbêj kir. Di civînê da Matiyo Tuler behsa proseya dîplomasiyê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê da kir û amaje bi wê yekê kir ku ew wisa hest dikin proseyeka baş a diyalogê di navbera aliyan da heye û Amerîka jî piştevaniyê li vê yekê dike.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa dîplomasiya Hewlêr Bexdayê jî kir û da zanîn ku li ke le ser çend astan peywendiyên wan ligel Hikûmeta Iraqê berdewam dikin. Herwiha Mesrûr Barzanî destûr weke bingeha çareseriya hemû pirsan destnîşan kir.

Nûçeyên têkildar