Li nava Kerkûkê erebkirineke zêde destpê kiriye..12 hezar malbat hatine

Kerkûk-KDP.info- Rêveberê Çandiniyê yê Parêzgeha Kerkûkê Mehdê Mubarek dibêje, proseya erebkirinê li nava bajarê Kerkûkê bi rêjeyeke mezin destpê kiriye û heya niha 12 hezar malbat anîne nava bajarê Kerkûkê û rêveberiya bajêr jî alîkariya wê proseyê dike.
Mehdî Mubarek ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji piştî 16ê Cotmeha 2017 û heya niha proseya erebkirina Kerkûkê berdewam e û niha Ereb zêdetir berê xwe didin nava bajarê Kerkûkê û hatina wan bi rêjeyeke mezin destpê kiriye. Ew malbat bi hênceta îş û kar û tirsa ji terorê tên Kerkûkê, rêveberiya Kerkûkê jî alîkariya wan dike û hêsankariyê ji wan re dike û kartên wan jî dike ser Kerkûkê û nasnameya Kerkûkê didin wan.”
Mehdî wiha got: “Hejmara wan Erebên ku tên Kerkûkê pir zêde bûye, ku heya niha 12 hezar malbatên Ereb hatine Kerkûkê, ku ji navçeyên Iraqê hatine. Herwiha li derdora Kerkûkê jî hêj Ereb erd û zeviyên Kurdan dagîr dikin û pirsgirêkan ji cotkarên Kurd re derdixin.”




