Mesrûr Barzanî û Çavuşoglu pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiyan û peywendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de gotûbêj kirin.
Îro Duşema (10.06.2019) Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku ji bo beşdariya merasima sondxwarina Nêçîrvan Barzanî hatiye Hewlêrê, ligel Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavuşoglu peywendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de û geşêdanên li herêmê gotûbêj kirine.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê hêviya serkeftinê ji bo Mesrûr Barzanî xwest ku dê serokatiya kabineya nû ya Herêma Kurdistanê bike. Çavuşoglu herwiha da zanîn ku ew berfirehkirina hevkariyan û pêşxistina peywendiyên dualî di her warî de pêwîst dibînin.
Herwiha Mesrûr Barzanî jî amaje bi pê girîngîdana berjewendiyên hevbeş di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de kir.




