26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya Kurdistanê êrişa li dijî xwepêşandana Fellûce şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa li dijî xwepêşanderên bajarê Fellûce yê Îraqê bi tundî şermezar kir û bikaranîna hêzên serbazî li dijî xwepêşanderan wek binpêkirina destûrê nirxand.

 

Ev naveroka Beyannameyê ye:

Em bi tundî reftarên leşkerî yên li hemberî xwenîşanderên Felûce û herêmên din yên Îraqê şermezar dikin  û em gelekî ji ber ketina qurbaniyan di rêzên xwenîşanderan  xemgîn in ku di encama teqekirina artêşa Îraqê li xwenîşanderan.

Bikarnîna tundiyê û hêrişa artêşa bo serkutkirina xwenîşanderan binpêkirina destûrê ye.

Em dilgiraniya xwe li hemberî van hêrişan derdibirin û daxwaz dikin ku tedbîr li hemberî hêrişkerên ser xwenîşanderan bê girtin, di heman demê de em hêvîdarin ku çalakiyên girseyî di çarçoveya aştiyane de be ku ji bûyerên bi êş yên mina îro dûr be.

Serokatiya Herêma Kurdistan`ê

25.01.2013
 

Nûçeyên têkildar