26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zerîf: Civîna min û Mesrûr Barzanî pir baş bû..Ez bi hikûmeta nû ya Kurdistanê geşbîn im

Çavkanî: KDP.info

Munich-KDP.info- Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li Munichê civiyan û piştî civînê Zerîf got: “Civîna me pir baş bû û ez bi hikûmeta bê ya Kurdistanê geşbîn im.”

Di duyem roja Kongreya Muchin a Asayişê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf civiyan.

Piştî civîna ligel Mesrûr Barzanî, Mihemed Cewad Zerîf ragihand: “Civîna me pir baş bû. Me behsa pêwendiyên Îranê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Herwiha me behsa avakirina hikûmeta bê ya Kurdistanê kir.”

Derbarê pêwendiyên Komara Îslamî ya Îranî ligel Herêma Kurdistanê, Zerîf wiha got: “Em dixwazin pêwendiyên me pir bihêz bin, nexasim ji aliyê abûrî de. Di pêşerojê de emê pêwendiyên xwe bihêztir bikin.”


 

Nûçeyên têkildar