Bi biryara Nêçîrvan Barzanî cotkarên Kurdistanê tezmînat distînin

Sefên Dizeyî berdefkê hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji malpera fermê a hikûmeta Kurdistanê re got ku, bi biryara serokwezîrê Kurdistanê hemû ew cotkarên ji encamê lêdana bîran û derxistina neftê ziyan gihayê dê tezmînat jê re bên dan.
Duhî (22.01.2013) Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê biryarek îmza kir ku, li gor wê biryarê hemû ew cotkarên zeviyên wan ji encamê lêdana bîran û deranîna neftê zirar gihayê dê tezmînat werbigirin.
Dizeyê got ku, ew cotkarên nikarin bi belgeyên fermî îspat bikin ku, ew xwediyê zeviyan in, lê zevî ji bav û kalên wan ji wan re mane, dê tezmînat ji xwediyê wan zeviyan re jê bê dan.
Li gor biryara serokwezîrê Kurdistanê, ew kompaniyên neftê derdixin, divê ew kompanî tezmînata bide xediyên zeviyan û çend komîteyên taybet ji wezaretên peywendîdar, ji bona destnîşankirina mekanîzma dana tezmînatan hatîne pêkanîn.




