27/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bi rojnamevanên Kuwaitê re civiya

Çavkanî: KDP.info

Duhî li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Rojnamevanên Kuwaitê û Konsulusê vê welatî yê li Bexdayê kir.

 

Di hevdîtineke de Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana heyeta Rojnamevanên Kuwaitê bo Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, peyvendiyên heyî yên di navbera Kuwait û Kurdistanê de peyvendiyên biratine û dibe peyvendiyên han hîn zêdetir bihêz bibin û eşkere kir ku, Serokatiya Kurdistanê xwedan xwestekeke gelek bihêze bo berfiretir kirina peyvendiyên xwe yên bi kuwaitê re.

 

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku, Kuwait li cem Gelê Kurd xwedan pêgeheke taybetiye û Gelê Kurd gelek bi başî ji êş û azarên demên derbasbûyî yên Kuwaitê fêm dike û Gelê Kuwaitê jî her bi heman rengî ji êş û azarên Gelê Kurd fêm dike û piştî hilweşandina Rejîma Dîktator ya Îraqê derfetek dest ketiye ku, dibe her du alî fêde ji vê derfeta han bo bihêztir kirina peyvendiyên heyî werbigirin.

 

Di berdewamiya hevdîtina han de Konsulusê Kuwaitê yê li Bexdayê jî behsa siyasetên Serok Barzanî kir û ragihand ku, di bin siya siyasetên Serok Barzanî de Kurdistan roj biroj di her warî de pêş dikeve.

 

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de xweştewîstiya Gelê Kuwaitê jî bo Gelê Kurd diyar kir û ragihand ku, Gelê Kuwaitê rêzeke taybetî ji Gelê Kurd digire.

 

Di dawiya hevdîtina han de heyeta Rojnamevanên Kuwaitê armanca serdana xwe bo Kurdistanê rave kir û ragihand ku, armanc ji vê serdana han weguhastina wêneya rastîn ya Kurdistanê bo Kuwait û Cîhana Erebiye.

 

Di dawiya vê hevdîtina han de Rojnamewanên Kuwaitî di derbarê peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Kuwaitê de çend pirsek ji Serok Barzanî pirsîn û Serok Barzanî jî bersifa wan pirsan da.

 

Nûçeyên têkildar