Kurdistan dê 2019 dest bi hinartina gaza sirûştî bike

Hewlêr-KDP.info- Pisporekî neft û gazê dibêje, tê pêşbînîkirin ku Herêma Kurdistanê sala 2019 dest bi hinartina gaza sirûştî bike.
Pisporê neft û gazê Dr. Bêwar Xinisî ji malpera KDP.info re ragihand ku, biryar bû di navbera salên 2012-2014 Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re gaza xwe ya sirûştî bifroşe derve lê ji ber şerê DAIŞê û kirîza darayî ev pilan gîro bû.
Dr. Bêwar Xinisî her wiha got, lê hikûmeta Kurdistanê dest ji wê pilanê bernedaye. Çimkî di çarçoveya rêkeftina ku bi şîrketa Rûsî ya Rosneftê re îmze kiriye, dê bi rêka Tirkiyê re gaza Kurdistanê bifroşe derve. Bi texmîna min ev dê sala 2019 dest pê bike.
Wî pisporê neft û gazê daye xuyakirin ku hinartina gaza sirûştî ya Kurdistanê dê bibe sebeba geşbûna aboriya Kurdistanê.




