26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çîn nûneratiya xwe li Hewlêrê vedike

Çavkanî: KDP.info

 

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmate herêma Kurdistanê, îro li Hewlêrê, digel Nî Can sefîrê Çînê yê Îraqê û şandeya pê re civiya.

Di civînê de ku, Karwan Cemal cîgirê berpirsê têkeliyên derve jî amade bû, sefîrê Çînê yê li Îraqê tekîd li ser berfirehkirina têkeliyên welatê xwe digel herêma Kurdistanê kir.

 

Sefîrê Çînê got jî ku, hikûmeta çînî biryar daye konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke û vizayê bide bazirganên herêma Kurdistanê ku, bikarbin bi fermî serdana Çînêî bikin.

 

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve kêfxweşiya xwe li hember biryara hikûmeta Çînê a vekirina konsulxaneya û dana vîzayê diyar kir û got ku, ev yek dê bibe hokarê pêşxistin û berfirehkirina têkeiyên navbera herêma Kurdistanê û Çînê di hemê warên cihê de.

 

Mistefa got jî ku, kompanî û şûrketên çînî dikarin fêdey ji emin û aramiya herêma Kurdistanê werbigirin û sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê birazîn in

Nûçeyên têkildar