Efrîn- 192 welatiyên sivîl şehêd bûne

Efrîn-KDP.info- Encumena Tendirûstiyê ya Kantona Efrînê ragihand ku di êrîşa ser Efrînê de 192 welatiyên sivîl şehîd bûne.
Ev nêzîkî mehek û nîvê ye ku artêşa Tirkiyê û operasyona Sûriyê bi top û bombeyan li Efrînê didin û Encumena Tendirûstiyê ya Kantona Efrînê amara dawî ya şehîdên sivîl da malpera KDP.info.
Encumena Tendirûstiyê ya Kantona Efrînê ragihand ku ji 20ê meha borî û heta 26ê vê mehê 192 welatiyên sivîl şehîd bûne.
Li gorî Encumena Tendirûstiyê ya Kantona Efrînê 28 şehêd ji wan zarok in û 23 jî jin in. Herwiha hejmara birîndaran jî 574 welatiyên sivîl in, ku 69 zarok in û 79 jî jin in û 426 mêr in.




