Heşda Şeibî bi alîkariya aliyekî Kurdistanî endamên PDKê digre
__2018_01_30_h17m50s59__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Şaxa 23 ya PDKê li Mexmûrê Kirmanc Ebdulah dibêje, kadirên aliyekî siyasî ji Kurdistanê bi pêşiya çekdarên Heşda Şeibî dikevin ji bo girtina endam û alîgirên PDKê.
Piştî dagîrkirina navçeyên Kurdistanî ji aliyê hêzên Iraqê û Heşda Şeibî ve, ew çekdar jibilî Kerkûk û Xuramtû, li Mexmûrê jî pirsgirêkan ji welatiyên Kurd re derdixin û hêjî berdewam in li ser binpêkirin û sivkatiyên xwe.
Kirmanc Ebdulah dervarê wan karên Heşda Şeibî ji malpera KDP.info re ragihand: “Roja Pêncşemê çekdarên Heşda Şeibî li nava Mexmûrê dest bi avêtina ser malên alîgir û endam û pêşmergeyên PDKê kirin û hejmarek endam û alîgirên me girtin û destê xwe jî danîn ser otomobîl û kelûpelên alîgirên PDKê.”
Wî berpirsê PDKê wiha got: “Em ji wê yekê dilgiran in ku kadirên aliyekî siyasî li Kurdistanê li Mexmûrê li pêşiya milîsên Heşda Şeibî dikeve ji bi pişkinîn û girtina endam û alîgirên me. Xweska me ew yek nedîtiba.”
Ebdulah wiha domand: “Em piştrast in ku ew rewşa ku li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî heye, heta dawî berdewam nake û di serî de em dixwazin pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin. Eger rewş bi vê zilmê berdewam be, bêguman em heta dawî bêdeng namînin.”




