Ebdulhekîm Beşar bû serokê Yekîtiya Siyasî

Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriye (el-Partî) Dr. Ebdulhekîm Beşar hat helbijartin jibo serokatiya Yekîtiya Siyasî ya Demokrata Kurd-Sûriyê.
Beşar ji KDP.info re nûçeya bûna wî bi serokê Yekîtiya Siyasî ya Demokrata Kurd-Sûriyê serast kir û got: " Di civîna Yekîtiya Siyasî ya yekê de ez hatim helbijartin jibo serokatiya vê yekîtiya ku ji 4 Partiyan pêktê (El-Partî, Yekîtî û herdû aliyên azadî)."
Beşar tekez kir ku ew wek serokê Yekîtiya Siyasî dê rolekî baş di Encûmena Nîştimanî ya Kurdî bilîze.
Hêjayî gotinê ye li (15.12.2012) li Rojavayê Kurdistanê 4 partiyan bi mebesta nêzîkî hev bibin yekîtiya bi navê 'Yekîtiya Siyasî ya Demokrata Kurd-Sûriyê' ragihandin




