26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Yên zarokan di tevliheviyê de bikar tînin divê bên cezakirin”

Çavkanî: KDP.info

Silêmanî-KDP.info- Di xwepêşandan û tevlihevî û êrîşên çend rojên borî de li ser navendên hikûmî û hizbî li navçeyên Silêmanî û Helebçe û Raniye, ew girûpên ku li pişt wan karan bûn, zarok bikar tanîn. Pispor jî dibêjin ew yek tawan e û yên zarokan di tevliheviyê de bikar tînin divê bên cezakirin.

Psporê Civakî Îsmaîl Hemexan ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema siyasetmedar zarokan bo meramên xwe yên siyasî bikar tînin, wê demê karesat derheqê wan zarokan çêdibin, ji ber ku kesayetiya wan zarokan tije şer û pevçûn dibe. Herwiha temenê wan zarokan negihîştiye wê astê ku bizanibin çima daketiye cadeyê û baregehan dişewitîne, ku hertiştî jê re dibêjin û ew jî dike. Perwerdekirina zarokan bi vî rengî ji bo hemû Herêma Kurdistanê pir xerab e û dê vî awayî neweyekî şerxwaz derkeve. Lewma jî em daxwaz ji bav û daykên wan zarokan dikin ku rê nedin zarokên wan bo meramên siyasî bikar bên.”

Derbarê vê mijarê de, Yasanas Karzan Selam ji malpera KDP.info re ragihand: “Xwepêşandan mafekî rewa ye bo bidestxistina mafên xwe di çarçoveya yasayê de, lê tişta ku em niha li devera Silêmaniyê dibînin, bikaranîna zarokan e bo meramên siyasî, ku temenê wan xortan di bin 18 salî de ye. Herwiha li gorî yasayê jî ev yek tawan e û divê ew kesên ku zarokan bikartînin, bên cezakirin, ji ber ku ew zarok êrîşî hêzên ewlehiyê dikin û navedên hikûmî û hizbî dişewitînin.”

 

Nûçeyên têkildar