26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kaleke Kurd di dadgeha PKKê de jiyana xwe jidest da

Çavkanî: KDP.info

 

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serkirdeyekî PDK-Sê li Efrînê dibêje, piştî ku asayişa PKKê bi tohmeta madeyên hişber kalekî Kurd girtin ku li dijî pinpêkirinên wan bû, wî kalê bêguneh di dadgehê de jiyana xwe jidest da.

Ebdulrehman Apo Serkirdeyê PDK-Sê ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Welatî Mihemed Sîdo ku wek Ebû Reşîd tê naskirin, duhî di dadgeha PKKê de jiyana xwe jidest da.”

Li gorî Apo, “Ebû Reşîd bi tohmeta madeyên hişber hatiye girtin û hemû xelkê Efrînê şahid in ku ew kalê 80 salî dûrî van karan e û tenê ji ber ku alîgirê ENKS û PDK-Sê ye ev tohmet pê vekirine. Çekdarên PKKê dema ku avêtine ser mala wî, belgehên ku girêdayî PDK-Sê ne birine û ji ber wan belgehan ew girtibûn.”

 
 
 

Nûçeyên têkildar