27/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PKKê du serkirdeyên din ên ENKSê revandin

Çavkanî: KDP.info

Qamişlo-KDP.info- çekdarên PYD/PKKê du serkirdeyên din yên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) revandine û ofîsa ENKSê ya Qamişlo jî girtine.

Endamê rêveberiya ENKSê Mihemed Salih ji malpera KDP.info re got, şeva borî çekdarên PYDê li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ketin mala serkirdeyên ENKSê Silêman Oso û Nafih Ebdullah û her du jî revandin.

Mihemed Salih her wiha got, ji bilî revandina wan serkirdeyan, ofîsa ENKSê ya li bajarê Qamişlo jî ji aliyê çekdarên PYDê ve hat girtin.
Beriya niha jî serkirdeyekî ENKSê gotibû, di nav mehekê de 5 serkirdeyên ENKSê ji aliyê PKKê ve hatine revandin.
 

Nûçeyên têkildar