Çavdêrê siyasî: Ti rêkeftina Pêşmerge û Heşda Şeibî tune ye

Dihok-KDP.info- Çavdêrê siyasî Muayed Teyib dibêje, hatina Heşda Şeibî bo navçeyên Kurdistanî binpêkirin e û jibilî artêşa Iraqê rêkeftina Hêzên Pêşmerge ligel ti hêzeke din a Iraqê tune ye.
Muayed Teyib ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gorî biryara yasa û qanûnên Herêma Kurdistanê nabe ti hêzeke Iraqî bê navçeyên Kurdistanî heta ku mohlet û razîbûnê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wernegire. Ev yek ji bo artêşa fermî ya Iraqê ye. Vêga hatina hêza Heşda Şeibî bo navçeyên Kurdistanî her bi temamê binpêkirin e û li dijî rêkeftina Hewlêr û Bexda û Hevpeymaniya Navdewletî ye. Lewma jî divê Amerîka û Bexda helwesta xwe li ser wê yekê nîşan bidin, ji ber ku em ber bi referanduma xwe ve diçin û hatina Heşda Şeibî bi devera Şingalê cihê pirsyarê ye.”
Wî çavdêrê siyasî wiha got: “Em wek Herêma Kurdistanê ti rêkeftineke me bi Bexdayê re tune ye. Rêkeftina me tenê bi Hikûmeta Iraqê û artêşa Iraqê re ye, ne bi Heşda Şeibî re. Eger ew hêz ji bo şerê DAIŞê hatibin Şingalê, bila biçin li navçeyên ku DAIŞ li wan heye, şer bikin û DAIŞ jinav bibin. Hatina Heşda Şeibî bo navçeyên Kurdistanî nayê qebûlkirin ji ber ku axa Kurdistanê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve tê parastin.”




